Wednesday, October 12, 2016

Tu ewqas zêde di hundirrê min de yî ku…!

Tu ewqas zêde di hundirrê min de yî ku. Pêbûnên te ji bayên ku li dêmên min dixin rasttir in. Bi pêbûnên xwe yên piçûk, tirsonek û têne birrîn, dibe ku tu ji hemî zemanan zêdetir li cem min î. Yanê tu ewqas ez î ku. Ax çawa vebêjim? Vala ye ev hewldana min, ev gerra min a peyvên rast. Ne pirtûk dinivîsin, ne jî di peyvan de cih digire.

Însan tenê dihîse, dijî. Peyv kêm dimînin, peyv birîndar, peyv qels.

Di min de nikarin vebêjin, lêbarbikin, bidin nasîn vê hestê. Pirr tiştekî din e. Meriv di nava hezê de êşên giran dihîse gelo? Ji nişka ve xemê dixîne nava bişirînên ronak? Çavên meriv de dûxan, ziman de gazinc, dil de şikîn digindire dimîne sedan salan?

http://www.instructables.com/member/brandair/

Meriv bo nameya ku dizane nayê, timî qutiya posteyê bi hevan heyecanê vedike? Min got ya, tiştekî din e ev. Çiqas tenê bim, ewqas bi te re me di van rojan de. Dibe ku jiber pêşiyê, min tu girt û kir cihên herî kûr wilo bû. Bo tu kes nigihîjin wir, min tu bir rêyek kes nizane, rêyek kes nikare bibîne. Min tu di şunên herî kûr de girt xwe. Min tu ji xwe re veşart, kûr de, timî zêdetir kûr de.

http://www.electriciantalk.com/members/-arpessor--127241/

Min tu tip û tenê, tenê xwe re hişt. Parvenekir kesî re, xeletî kir. Ev hemî şaşî, jiber wendakirina min a rêyên ku dihatin te ne. Xwe li vir û wir xistina min. Li çepê xwe, rastê xwe, li dîwarên ku nizanim kengî çêbûne ketina min, bi qulikên ku min nedîtine re têkoşîna min. Ez mîna dîwarên dehlîzên biêş im, ew ên ku derya bi gumegum tên lêdixin.

Diwarên min kevzgirtî, dîwarên min xijokî, ji dîwarên min avên ku naqedin xwe berdidin hundirr. Nikarim li ber xwe bidim. Rengên min di nava rojê de diguherin. Reng davêjim, sar dibim. Roj nagihêje kûrahiyên min. Kufikî, extiyar dibim. Tênêtî li pey min in. Ji her dîwarê şil ê ku ez pêdibim, tenêtiyeke bêhn-qirêj dinixume ser min. Dizanim, ev hemî sûcê min e.

https://soundation.com/user/aircompress

Nikarim xwe bigihêm şuna ku min tu veşart. Rê, her ku diçin dirêj û tevlihev dibin. Pêwîstiya min bi tiştekî ku hêviya min digermije, dibiriqîne û dilivîne heye. Ax ew çi ye ez dizanim. Dawiya her hevokê tê te. Tu di pêşiya, nav û dawiya her tiştî de ye. Ev naguhere. Tu ewqas zêde di hundirrê min de yî ku. Nişka ve hat bîra min, min doh girt te re nameyek nivîsand.

Pirr bextiyar bûm. Di nava rojê de min çi kir, çi re hêrs hatim, çi re bextiyar bûm, min yek bi yek vegot. Min nivîsand, demsal û însan çawa tevlihev û cuda derdikevin.

http://telldc.com/user_profile.php?uid=1121447

Min got ‘Dîsa barînên bêwext’, min got ‘Berê ewqas qels nebûn şewqên rojê’, min got ‘Rastî jî dê tu ev stranên li vir qet hîn nebe, nizane û nebêje?’. Nameyek gelek dirêj bû. Ji serî heta binî min xwend.

Gelo min çi nivîsiye, ji meraqa xwe.

Dû re min ji berkêşka xwe zerfek derxist, navê te nivîsî. Bi tîpên gir, tenê navê te. Ku min navnîşana te bizaniya gelo bişanda? Nizanim. Name di bêrika min de ye. Bêrika min nêzikî dilê min e. Dilê min di te de ye. Tu nêzikî dilê min î. Wê demê name bi te re ye.

Thursday, September 22, 2016

Dest ji min berdin!

Bo Mizgînê Gemo, bêrya te dikim!
bo Ekremê Gemo, ew çi girî bû?

Ka em dest bi seferê bikin Mizgîn?
Ka em ji tembînameyên dayikên xwe dest bi serdana bajarên mirinê bikin?
Ka em destên xwe bikujin û navên goristanan ji bîr bikin û kêlên dilên xwe bi bendemanê bixemilînin?
Ji wexta ku diya min di himbêza min de mir, ji wexta ku min du rondikên germ ji ser hinarkên wê bi mirina xwe paqij kirin, ji wê wextê û wir de, nema, nema dizanim ne mirin çi ye, ne jiyan çi ye û ne jî çima ji te hez dikim çi ye?

Berê xwe bide navnîşana seravê, rewrewkê ji min birevîne û wê çolistana kerr, gêj, lal, di min de, wek payîzeke derengmayî, daçikîne.



Xwîna min a ku aniha li ber destê te direqise, sêwî, sergerdan, xwîna tanhatiyê û bêrîkirina seferê ye!
Min destên xwe li Amûda şewatê hiştin û min ji te re jî sirûda tozê û xatirxwestina welatan şirove dikir.
Welatên me, ji destên qederê direviyan û em bi tenê li ber dergehên nemanê dihiştin.
Ber bi te ve dihatim, min mirina xwe diyarî rexên helbestê dikir û di çavên te de hînî xweragirtina rondikan dibûm.
De ka destê xwe da em dest ji govendê berdin!
De ka dilê xwe da em dest ji dilbijîn û paytextan û berjewendiyan û derewan û serçavkan û xapandinan û tolaziyan û sextekarî û cambaziyan berdin!

Min di nîvê mirinê de bêriya te dikir!
min bêriya Ekremê dilê xwe û Mûsayê
hişê xwe û Araratê dûmana peyvên xwe dikir, lêê?
Dest ji min û mirinê berde, were em sefera xwe berbi xewnê ve berdewan bikin.

Thursday, July 28, 2016

“Berhem” û “pirtûk”

weke du konseptên wekhev xuya bikin jî, ev her du tişt bi naverok û şêwaza xwe du tiştên ji hevdu bi gelekî cuda ne. Lê mixabin îroj hem di lîteratura kurdî û hem jî di ya dinyayê de ev her du tişt wekhev tên şîrovekirin û nirxandin. Gelek caran ev her du nav bi awayekî şaş di şûna hev de tê bikaranîn û li keda ku hatiye afirandin neheqiyên mezin tê kirin.

Her berhem heger xebateke wêjeyî be -ango ne wêne, ne peyker û ne her wekî din celebên hunerî be- dikare weke pirtûkekê bê nirxandin û qebûlkirin; lê her pirtûk nikare weke berhemê (eser) bê nirxandin û qebûlkirin;ji ber ku rehbera cîhazeke elektronîk jî, broşura alaveke kozmetîk jî û her wekî din kaxezên çapbûyî jî pirtûk in, lê ev pirtûk nikarin weke “berhem”ê bên nirxandin.

Berhemek bi qalîte xwe, bi qabîliyeta nivîskarê/a xwe, bi kûrahî û mezinahiya xwe ji pirtûkekê bi gelekî hêjatir û biferqtir e.

Berhemek, bi qasî naveroka xwe–ku ji ber ku ji “ber”ekî tê, ji ber ku ji avisiyekê tê ew naverok organîk e, lê ya pirtûkê ji ber ku ji avakirinekê te mekanîk e- bi forma (teşe-şikl) xwe jî, xwe ji pirtûkekê vediqetîne. Forma berhemekê bi qasî ya pirtûkekê ne şablonî û klîşeyî ye, ew gewîtir û guhertîtir e; weke çawa stranek an jî wêneyek dikare bibe berhemek, pêkanîna şoreşekê an jî keşfa erdnîgarî an jî alavekê, an jî avakirina evînekê jî dikare ji berhemekê bêxwendin û qeydkirin. Ev tev de form in, û ev form, biqasî ku bi forma pirtûkekê re neyên muqayesekirin gewî û guhertî ne.

Weke çawa ji bo bikaranîna cîhazeke elektronîk, rehberek nikarebe bibe berhemek, di wêjeyekê de pirtûkeke qels û bêqalîtejî tu carî nikare bibe berhemek. Ji bo ku pirtûkek weke berhemekê bê binavkirin ji keda estetîkî bigirin heta bi xebata sofîstîkî û afirandinî û her wekî din gelek taybetmendiyên bilind jê re pêwîst in. Heger ev taybetmendiyên giran û hêja di wî tiştî de tune bin, ew tişt dikare bibe“pirtûk”ek lê nikare bibe “berhem”ek.

Her kesê ku hinek kaxez, hinek hibr û hinek dema wî hebe, dikare “pirtûk”ekê binivîse, lê her kes nikare “berhem”ekê binivîse, dev ji nivîsa wê jî berdin her kesnikare berhemekê bixwîne.
Berhemek ji bo hemû deman tê nivîsîn û bandora wê ya li ser kes û civakê dikare pir dûrdirêj be. Lê pirtûkek dikare ji bo demekê bê nivîsîn û piştî xwendina bi carekê dikare bê avêtin. Îroj li dinyayê gelek pirtûkên ku konsomasyona(berxwarinî-tuketim) wan tên kirin hene û evber-xwarinî (konsomasyon) dike ku huner ber-biavêje. Heger pirtûkên berhemî di wêjeyekê de gelek bin mirov dikare wê çaxê qala “ber”ên wê wêjeyê bike, lê tune bin ew wêje ber-avêtiye.

Monday, June 6, 2016

Kawa NEMIR!



'Helbestvanê kurd Kawa Nemir ji pişika xwe ya rastê emeliyeteke giran derbas kir. Nemir ku berê ji pişika xwe ya çepê jî emeliyeteke derbas kiribû, ji mirinê filitî.

http://www.socialnetwork.com/People/astairom
http://www.burdastyle.com/profiles/priess
http://www.mixcrate.com/johncompress
http://www.codeproject.com/Members/airpessor
https://www.inprnt.com/profile/airhusk/
http://www.theskatespot.com/astairco
http://www.chictopia.com/supriair

Helbestvan Nemir digel emeliyeta pişikê di çavê wî yê rastê de jî problem derketiye. Li gor gotina dixtoran mehekê paşê wê berê xwe bidin çavê wî jî û ger pêdivî pê hebe wê ew jî bê emeliyetkirin.

Kawa Nemir ku pêr emeliyet bû, hê li Nexweşxaneya Yedîkuleya Bakirkoya Stenbolê radizê.'

Derbazî be Kawa NEMIR!

Wednesday, June 1, 2016

Dîsa

Zû de qediyane yên ku em biaxivin,
Em dîsa dîsa biaxivin.
Êvar e alkol, me girtiye xwe
Were em dîsa bihevhezin.

Vala bide yeke tijî
Xewnan de derwêş.
Gulên sor û spî
Di gorê de tên qedînê.

Hizirîn pir an kêm,
Were em jî bihizirin
Parfûma ku diçe her şevê hevhezîn
Were em dîsa kaş bibin.

Behçet Necatîgîl
Werger:Sîmar Masîcanik



http://www.kongregate.com/accounts/chuskair
http://www.art.com/me/airpress/
https://publiclab.org/profile/huskyair
http://www.forexfactory.com/pressair
http://www.kiwibox.com/airpress/mypage/
http://mixlr.com/chuair/
http://www.myvidster.com/profile/supriair
http://quomon.com/Profile/compressi
http://www.audiomack.com/artist/astairco

Monday, May 30, 2016

Şop. Beşek 2

Her şop bi qasî kûrahiya koncala xwe, li hember demê xurt an jî qels e, ji loma her kes hewl dide ku li dû xwe şopên kûr bihêle. Ji bo şopên kûr, ji ber ku dîtbarî ye, mînaka herî baş wêneyên Van Gogh’î ne, ên bala xwe dabin wan dizanin, wêneyên Van Gogh’î li ser zemîneke boyaxa wê pir, şopa derbeyên firçeyan koncal kûr kolane; derbeyên firçeyan bi şîdet hatine avêtin û şopên kûr û dirêj li dû xwe hiştine. Rasterast, ne vir de û ne jî wê de Van Gogh’î şop li dû xwe hiştine; şopên biderb, kûr û dirêj; şopên weke cihokan, ên ku hebûn di wan de diherike hiştine li dû xwe.

Nivîsîn jî, şophiştin e, û weke her şophiştî nivîskar jî, bi xema hebûnekê û bi kirina hesabê şopgêr ku li dû ye û her gav dikare talûkeyekê bîne serî, weke şop, dixwaze herfên xwe li dû xwe bihêle; li ser qaxeza weke berfê, bi herfan, şopan li dû xwe çêdike; lê ji bo şopên wî(wê) baş xuya bibin divê bi herfên aydî xwe emel bike û divê bikaribe saet û pûsulaya xwe bişikîne û li ser kaxeza xwe ya weke berfê, xwe li kişwer û xerabsemtan biqelibîne. Divê ji bo mirin û kuştinê her amade be ji ber ku ew hem nêçîr, hem jî nêçîrvan e. Dem, şopan dadigire; dem, piştî demekê her tiştî dixe rûyê hev, dem, her tiştî dide ber xwe, dimale, ji lew re şop û dem, ango hebûn û dem xwîniyên hevdu ne.

Şopên felsefîk bi kîjan taybetmendiya bin, yên biyolojîk jî bi wan taybetmendiyan e, -qesta ji şopên biyolojîk, “birîn” in-. Di laşekî de şop, jixweber çênabe, piştî hebûnekê birînek çêdibe, esas li ser rûyê erdê jî her şop birîneke erdê ye jixwe; di laşekî de birîn çi qasî kûr be, şop jî li gora wê pîvanê ew qasî kûr e. Weke şopên laşî, şopên têgehî jî xwedî xwe û êş, bûyer, çîrok û dîrokekê ne. Çawa mirov gava li şopa laşê xwe dinihêre, hebûna xwe hîs dike, ji ber ku ew tunebûya wê ew şop-birîn jî wê çênebûya; gava li şopa xwe ya li cîhanê dinihêre jî hebûna xwe hîs dike, ji lew re şopên birînan ji teref însanan ve pir tên hezkirin.




Mirovan dîsa bi xema hebûnekê, li ser navê şopê, li ser rûyê erdê, tiştên weke zarok, mal, milk, pere, xerabî, zilm û desthilatdarî çêkirine. Ji bo ku hebûna xwe mayinde bikin heta ji destê wan hatiye ev tiştên hanê, zarok, mal, milk, desthilatdarî... pir kirine. Her çend ev tişt weke şopan xuya bikin jî, ev ne “şop” in, bi tenê ev tişt “dews” in. Bi van tiştan ew ne şopa xwe, ew ancax dikarin “dews”a xwe bihêlin li dû xwe, û bi “dews”an hebûn ne mayinde dibe û ne jî çêdibe, ji ber ku “dews” pratîkeke weke mexelhatinê ye, tevgerek e pasîf, qibe, tiral û kêmhejmar e; ji afirandinê û ji ramanê dûr, ne estetîk û bêenerjî ye; xwepernixandin e, lêgerîn û lêpirsîn tê de tune ye. Ji lew re gelek kes li ser navê ‘şop’an, xwe bi ‘dews’an dixapînin. Ên kûr “şop”an, yên nizm jî “dews”an li dû xwe dihêlin.

Thursday, May 19, 2016

Şop

Her însan bi xemeke ontolojîk û li gora hêza xwe ya epîstemolojîk xwestiye şopekê li xwe bihêle, ji lew re wî praksîsên xwe giş, di îstiqameta çêkirina şopê de ava kirine, ji ber ku şop, delîla herî berbiçav û objeyî ya hebûnê bi xwe ye. Ger mirovî şopek li dû xwe hiştibe, hatiye wê wateyê ku ew hebûye. Şop, qodên hebûnê ne.

Gava di berfê de mirov çav li şopekê dikeve, mirov qenaetê tîne ku ji sedî sed li wir “kesek” heye, ji ber ku şopek heye, ger şopek tunebûya wê tu kes jî tunebûya, wê çaxê mirov wê nikarîbûya qala tu hebûnê jî bikira. Erê şop delîlên hebûnê bin jî lê piştî demekê winda dibin; weke berfê, te dî çawa berfa ku dibe derfeta şopçêkirinê, li aliyê din jî dibe qesasa şopan jî, ji ber ku heman berf bi ser şopên heyî de bibare û piştî qederekê wan winda dike, a rast berf bi xwe jî piştî demekê dihele û tune dibe.

Ên ku şopan li dû xwe dihêlin di heman demê de dahwetiyeyan li guran û li seydvanan belav dikin; ji loma jî herkesê(a) ku şopan li dû xwe dihêle, di heman wextî de “nêçîr”ek e jî, û bi îhtîmala girtin, kuştin û serjêkirinê re her gav rû bi rû ye. Şopger her tim xeterekê bi serê şophiştî de tîne, ji lew re kesê(a) ku şopê li dû xwe dihêle di eynî demê de metodolojiya kuştina xwe jî pê re li dû xwe dihêle, yanî hemû şophişt bi destên-lingên xwe projeya kuştina xwe çêdikin û wê diyarî şopgerên xwe dikin, ji loma hemû şophişt ji ber ku riya kuştina xwe li dû xwe dihêlin hem gelekî mêr in û hem jî pir ji mirinê hez dikin.



Şopên herî xuya û aşkera li kişwer û li erdnîgariyên keçkanî (bakîre) tên çêkirin, di riyên qelebalix-şên de hebûn zû bi zû keşf nabe û li wir xatirê şopan ew qasî tune ye; ji ber ku li kişwerên nas, jixwe ji berê de şop çêbûne, li wan deran ew qasî şop li ser hev çêbûne jixwe êdî şop hew lê xuya jî dibin, ji lew re ancax kesên ji “rêderketî” dikarin şopan li dû xwe bihêlin, -ku her ji rêderketin di heman demê de riyeke nuh e jî- kesên şopên xwe winda kirine şop li dû xwe bihêlin, lê jirêderketin û windabûn dikarin bibin felaketa xwediyê xwe jî, ên ji rê derdikevin hesabê vanan dike jixwe.