Thursday, May 19, 2016

Şop

Her însan bi xemeke ontolojîk û li gora hêza xwe ya epîstemolojîk xwestiye şopekê li xwe bihêle, ji lew re wî praksîsên xwe giş, di îstiqameta çêkirina şopê de ava kirine, ji ber ku şop, delîla herî berbiçav û objeyî ya hebûnê bi xwe ye. Ger mirovî şopek li dû xwe hiştibe, hatiye wê wateyê ku ew hebûye. Şop, qodên hebûnê ne.

Gava di berfê de mirov çav li şopekê dikeve, mirov qenaetê tîne ku ji sedî sed li wir “kesek” heye, ji ber ku şopek heye, ger şopek tunebûya wê tu kes jî tunebûya, wê çaxê mirov wê nikarîbûya qala tu hebûnê jî bikira. Erê şop delîlên hebûnê bin jî lê piştî demekê winda dibin; weke berfê, te dî çawa berfa ku dibe derfeta şopçêkirinê, li aliyê din jî dibe qesasa şopan jî, ji ber ku heman berf bi ser şopên heyî de bibare û piştî qederekê wan winda dike, a rast berf bi xwe jî piştî demekê dihele û tune dibe.

Ên ku şopan li dû xwe dihêlin di heman demê de dahwetiyeyan li guran û li seydvanan belav dikin; ji loma jî herkesê(a) ku şopan li dû xwe dihêle, di heman wextî de “nêçîr”ek e jî, û bi îhtîmala girtin, kuştin û serjêkirinê re her gav rû bi rû ye. Şopger her tim xeterekê bi serê şophiştî de tîne, ji lew re kesê(a) ku şopê li dû xwe dihêle di eynî demê de metodolojiya kuştina xwe jî pê re li dû xwe dihêle, yanî hemû şophişt bi destên-lingên xwe projeya kuştina xwe çêdikin û wê diyarî şopgerên xwe dikin, ji loma hemû şophişt ji ber ku riya kuştina xwe li dû xwe dihêlin hem gelekî mêr in û hem jî pir ji mirinê hez dikin.



Şopên herî xuya û aşkera li kişwer û li erdnîgariyên keçkanî (bakîre) tên çêkirin, di riyên qelebalix-şên de hebûn zû bi zû keşf nabe û li wir xatirê şopan ew qasî tune ye; ji ber ku li kişwerên nas, jixwe ji berê de şop çêbûne, li wan deran ew qasî şop li ser hev çêbûne jixwe êdî şop hew lê xuya jî dibin, ji lew re ancax kesên ji “rêderketî” dikarin şopan li dû xwe bihêlin, -ku her ji rêderketin di heman demê de riyeke nuh e jî- kesên şopên xwe winda kirine şop li dû xwe bihêlin, lê jirêderketin û windabûn dikarin bibin felaketa xwediyê xwe jî, ên ji rê derdikevin hesabê vanan dike jixwe.