Monday, May 30, 2016

Şop. Beşek 2

Her şop bi qasî kûrahiya koncala xwe, li hember demê xurt an jî qels e, ji loma her kes hewl dide ku li dû xwe şopên kûr bihêle. Ji bo şopên kûr, ji ber ku dîtbarî ye, mînaka herî baş wêneyên Van Gogh’î ne, ên bala xwe dabin wan dizanin, wêneyên Van Gogh’î li ser zemîneke boyaxa wê pir, şopa derbeyên firçeyan koncal kûr kolane; derbeyên firçeyan bi şîdet hatine avêtin û şopên kûr û dirêj li dû xwe hiştine. Rasterast, ne vir de û ne jî wê de Van Gogh’î şop li dû xwe hiştine; şopên biderb, kûr û dirêj; şopên weke cihokan, ên ku hebûn di wan de diherike hiştine li dû xwe.

Nivîsîn jî, şophiştin e, û weke her şophiştî nivîskar jî, bi xema hebûnekê û bi kirina hesabê şopgêr ku li dû ye û her gav dikare talûkeyekê bîne serî, weke şop, dixwaze herfên xwe li dû xwe bihêle; li ser qaxeza weke berfê, bi herfan, şopan li dû xwe çêdike; lê ji bo şopên wî(wê) baş xuya bibin divê bi herfên aydî xwe emel bike û divê bikaribe saet û pûsulaya xwe bişikîne û li ser kaxeza xwe ya weke berfê, xwe li kişwer û xerabsemtan biqelibîne. Divê ji bo mirin û kuştinê her amade be ji ber ku ew hem nêçîr, hem jî nêçîrvan e. Dem, şopan dadigire; dem, piştî demekê her tiştî dixe rûyê hev, dem, her tiştî dide ber xwe, dimale, ji lew re şop û dem, ango hebûn û dem xwîniyên hevdu ne.

Şopên felsefîk bi kîjan taybetmendiya bin, yên biyolojîk jî bi wan taybetmendiyan e, -qesta ji şopên biyolojîk, “birîn” in-. Di laşekî de şop, jixweber çênabe, piştî hebûnekê birînek çêdibe, esas li ser rûyê erdê jî her şop birîneke erdê ye jixwe; di laşekî de birîn çi qasî kûr be, şop jî li gora wê pîvanê ew qasî kûr e. Weke şopên laşî, şopên têgehî jî xwedî xwe û êş, bûyer, çîrok û dîrokekê ne. Çawa mirov gava li şopa laşê xwe dinihêre, hebûna xwe hîs dike, ji ber ku ew tunebûya wê ew şop-birîn jî wê çênebûya; gava li şopa xwe ya li cîhanê dinihêre jî hebûna xwe hîs dike, ji lew re şopên birînan ji teref însanan ve pir tên hezkirin.




Mirovan dîsa bi xema hebûnekê, li ser navê şopê, li ser rûyê erdê, tiştên weke zarok, mal, milk, pere, xerabî, zilm û desthilatdarî çêkirine. Ji bo ku hebûna xwe mayinde bikin heta ji destê wan hatiye ev tiştên hanê, zarok, mal, milk, desthilatdarî... pir kirine. Her çend ev tişt weke şopan xuya bikin jî, ev ne “şop” in, bi tenê ev tişt “dews” in. Bi van tiştan ew ne şopa xwe, ew ancax dikarin “dews”a xwe bihêlin li dû xwe, û bi “dews”an hebûn ne mayinde dibe û ne jî çêdibe, ji ber ku “dews” pratîkeke weke mexelhatinê ye, tevgerek e pasîf, qibe, tiral û kêmhejmar e; ji afirandinê û ji ramanê dûr, ne estetîk û bêenerjî ye; xwepernixandin e, lêgerîn û lêpirsîn tê de tune ye. Ji lew re gelek kes li ser navê ‘şop’an, xwe bi ‘dews’an dixapînin. Ên kûr “şop”an, yên nizm jî “dews”an li dû xwe dihêlin.