Pirraniya caran, mirov, di kêlîkên reşbînane yên kurmanciyê de, nema dizane ewrên peyvê bi ser kîjan zeviyan de bibarîne. Giyanê me yê ku bi sedan salan wek bastêqê li ber tava dijwar a buhujîn û asîmîlasyonê, bi darê zorê, raxistî maye, diqîrre. Qêrrîneke gawirane û di dîroka mirovatiyê de jî yekta û berdewam... Laşê me yê ji sîngoyên Çaldîranê hetanî bi şewatên Lozanê, talanbûyî, wêranbûyî, parçebûyî û bêyî qublename maye, di qîrrîna qîrrînê de diqîrre.. Bûneweriya me ya di çeşnê ne bûneweran de, ji riziyayîbûnê wêdetir ber bi nemanê ve diçe, di tênahiya qîrrînê de bi tena xwe diqîrre; lê em xwe bi deqên sivik û bi gotinên sivik û bi derbirînên sivik û bi tawanên siviktir mijûl dikin... Mebesta min ew e em wate û armancên qîrrînan nebihîsin an jî xwe nebihîstî bikin! tênahiya zimanê me têra sedan mirinan û sedan şehîdbûnan û sedan sîmirên ji bager û xewnê dike. Lê dîsa jî pêwist e em ji bîr nekin ku çendîn peyv sade û sivik bin ew qasî jî dikarin tawanên dîrokê binixumînin û mandele bikin û ji bîra mirovan bibin. Di kurmanciyê de pirsên jiyanê, di kurmanciyê de pirsên mirinê, di kurmanciyê de pirsên êşan, derdan û darbestan û di kurmanciyê de pirsên afirandina pirsên kurmanciyê, pirseke tirsnak, rewa, dilguvêş û pirseke giyankuj e! Yek dibêje: ji boyî ku nivîsandin afirandin be pêwist e yê/a nivîskar piçekî bimire. Yekî din dibêje: ji boyî ku nivîsandin afirandin be pêwist e yê/a nivîskar di her kêlîkekê ji kêlîkên afirandinê de, jidayikbûneke nû bijî. Ez jî dibêjim da em bi kurmanciyê binivîsînin pêwist e em qîrrînên kurmanciyê wergerrînin zimanê hestyarî û zimanê têgihiştina bareyên hestyariya kurmanciyê. Nivîsandin, ji boyî mirovê ku bi rastî afirîner be, alaveke pîrozmend e, bi alîkariya wê alavê, bûyerên dema xwe, rûdan û pêvajoyên wê demê derdibire, radigihîne, şirove dike û henasa hibra xwe têkelî herrikîna demê dike; dema ku tê de dijî. Peyamên xwe, nameyên xwe, nêrînên xwe, helwest û hêrsa xwe bi xwendevanên xwe re parvedike; da ku şopa xwe, bandora xwe û şêwazên hizirîn û têramandina xwe, kêm an zêde, li cem wî/ê xwendevanî/ê bihêle û pê re jî bandorê li pêvajoya her tiştî bike. Dema ku nivîskarê afirîner dinivîsîne, ramanên xwe, baweriyên xwe, felsefeya jiyana xwe ji xelkê re û ji civakê re dibêje, yan jî felsefeya wê jiyanê ya ku dixwest hebaya û dixwest bijiya, bi zimanekî ku xelk çêjekê jê werbigirin dibêje, mebesta min bi zimanekî jîndar ku li dijberî zimanê rojane yê xelkê be yê ku di nav pencên buhujînê de genî bûye. Kurdên kurmancîaxêv bi gelek zimanan dixwînin. Nivîskarê kurmanciyê ger afirîner be pêwist e kurmancîaxêvan bigihîna baweriyekê; ev bawerî jî wisa ye: Kurmanciya ku aniha wek deq an têkst pêşkêşî te dikim, di naverroka xwe de, di çêjwergirtina xwe de, di hizr û felsefeya xwe de, di ciwaniya zimanê xwe de, di zeftkirina kêlîkên bazdayî yên jiyan û mirinên xwe de, ji deq û têkstên zimanên din ne lawaztir an kêmtir e. Ehmed HuseynîJi Azadiya Welat
Hema wek mêvana mal di gund deJi bo xwestina şûjinê,
An nanekî tenûrê bi deyn
Li ser lingan,
Li navdera dêrî
Bêyî vexwarina çayekê lo;
Li deriyê min bixe
Bi dengekî bêdil gazî min bike
Ji qiriqê qiyame bêje:
_______"Cîranê tu çawa yî lêê?" Piştî vê çîroka belqitî
Vê evîna perçiqî Ew dilê te yê di hesreta min de xeniqî
Bêje: "Tu çawa yî?"
Ez ê li ser eyb û fediya
Bi orf û edetî
Bêjim: "Ez baş im."
Lê wê dilê min ji zû ve
Bi cizbê ketibe
Sîng li xwe anîbe xwarê ______Bi rîtma kilama ______Te dil da yeke xerîb
______Ma ez ne ciranê te me. Gulîzer
Ji pirtûka wê Bûka Baranê
Yaqob Tilermenî
Ji http://www.welat.com
Bi Giştî Kawa N(ûser)
Ji Îdirê heta Stembolê, ji Amedê heta Mêrdînê ew mirov e ku ji avzêmk û çavkanîka çanda van şaran û gelek şarên dîtir sûd wergirt û di jiyan-nîgariya xwe de bi cih kir -bêyî ku qesta derketina berçaviya raya giştî bike- û di kar û barê xwe de weke araviya tendûrekekê pêl da û pêlik bi pêlik berjor derket. Ev mirovê bi navê Kawa Nemir ku min ew cara pêşîn di sala 1997’an de li NÇM’ya Stenbolê ligel xîreta weşandina Kovara Jiyana Rewşenê nas kir, pê re pê re bi pêşkêşkariya bi kurdî, bi wergerrandina simultaneyî ya îngilîzî-kurdî-tirkî, bi cehda meşandina panelên wêjeyî; bi wergerrandina Gilgamêş û Çend Mythosên Din ji çavkaniya resen (ji îngilîzî); bi helbestên xwe yên di pirtûka Selpakfiroş de hîna bêtir cihê xwe di dilê min û kurdîhezan de bi cih kir û weke lîstikvanekî wêjeya gerdûnî li qiraxeke textebana kurdî rûnişt.
Ez di dawiya sala 1998’an de ji Stembolê vegeriyam Qoserê. Sê sal ketin navberê. Em xemxwirên wêje û zimanê kurdî –ku ji me re nifşê rewşenê jî dihat gotin- li NÇM’ya Îzmîrê civiyan û me bi yekdengî daxwaz li Kawa Nemir kir ku berdewamiya Jiyana Rewşenê ya ji hêla saziyê ve hatibû rawestandin, bike. Û me soz dayê ku em ê jî pê re bin. Her çiqas li dû demeke dirêj bi edîtoriya wî Rewşen-Name der çû jî, piştî çend hejmaran bi hinceta rewşa aboriyê ew kar negihîşt serî. Jê û pê ve me dît ku Kawa(fîs)ê me gaveke mezintir avêtiye û bi desteguleke pirtûkên kurdî û wergerrên ji zimanên dîtir xwe li karê weşangeriyê rakişandiye; li her hevalekî xwe yê nivîskar digerre û ligel diyarkirina pirtûkan daxwaza çapkirina pirtûkên wan jî dike. Ev xîret û hewldana ku cara yekemîn Muslum Yucel bi avakirina Weşanxaneya Sî’yê dabû destpêkirin, ji teref Kaw(k)a’yê me hatibû berdewamkirin. Min bixwe jî weke kêfxweşî û piştgiriyekê daxwaza wî erê kiribû û pirtûka xwe ya çîrokan ‘Ferhenga Sirgûnê’ û romana xwe ya ‘Kitim’ê ji bo çapkirinê amade kiribû. Mixabin, ez dibêjim qey ji ber heman sedemên aboriyê bûn, ne pirtûkên min û ne jî yên hinek hevalên din nehatin çapkirin. Ev jî bû sedem ku ez ligel çend hevalan Weşanxaneya Lîs’ê ava bikim. Û piştî kurtedemekê Kawayê Pênûskar bi berhema xwe ‘Bîşenga Deşta Dûr’ bû mêvanê weşanxaneya me. Jixwe serboriya min a weşangerriyê ji ber sedemên jiyanî bi dawî hat, lê Kawa Nemir ceribîn û zanebûnên xwe hîna berdewam dike.
“Dem newala zinarên gewr e, li ser sêrî ewr e/ Dibînim berfîna serî radike’j belekiya gewre/ Ew a ku demekê gula sor di oxirê de hilbû jor/ Wê bi xamatiya tor şa nebe, stû ranebe berjor” Kawa di ‘Gerra Kesê Zana’ de wiha rengandiye dem û dewrana em tê de. Hem ristesaziya helbesta nûjen û hem jî şopgerrîna helbesta kevn arasteyî şîîrhezan kiriye. Ew di helbestên xwe de qesta Whîtman û Joyce û Eliot û Pound û gelek lehengên helbesta cîhanê dike, bi vêya jî nayê ser hem sernavê îngilîzî li helbestên xwe dike û hem jî bi îngilîzî helbestan dinivîse û peyamê ji hevçaxên xwe re dişîne ku dikare bi zimanên cîhanî jî helbestan lêbike; lê, axir û oxir tercîha wî ji bo kurdî ye. Bi bîranîna pakrewanê hunermend Melek Şêxbekir dest bi ristên xwe dike, dîsa bang dike demê, “Di miheseyê de man em Lo zemano! / Zincîra ku li bajêrr tê hev / bejna gul û duvpişkan / daqûlî kulîlkên bêqidoşiyê dike.” (Wê Melek Veke, Rûp:7) “Kes nizane dem çawa / xwe dikole di zinarên bê.” (Bi Xêr Bêyî Lo Meleko, Rûp: 8) Hewce dike vedigerre dema tofanekê, cûntaya leşkerî ya ‘Rezber 1980’yî, “di Destûra Bingehîn de derbexwarî / tu gedeyê qemer / derbas mebe di kuçeya eceman re / bê kevkanî” Û bi zimanê serdest ê cîhanê ‘Love’s Own Time’ dibêje û dema evînê raberî helbesthez û evînhezên îngilîzî dike. Dibêje, “No time I have for sleeping. / Childhood awake makes me ripe.” di helbesta ‘Night Over The Sullen Morn’ de. Min ev gotinxweş wernegerrandin bi kurdî, bila helbesthez pirtûka helbestan a bi navê “Bîşenga Deşta Dûr” bi dest bixin û hewl bidin têgihîştina Kawayê me û ew jî bibêjin, “Şukir, min got, bi zimanê Kurdî. / Bi şevçiraxên ewil re em ji warên kardoxan derketin.”
Weke ji ristên helbestên wî jî aşkera dibe, derdekî Kawa Nemir bi demê re heye. Nemirtiya pênûsa helbestvanekî bi hêmayên herî ronîker diyarî helbesthezan dike. Ew tenê şûrê xwe ji bo dema dahatûyê ji kalên dernaxe; dema rabirdûyê jî ji bîra nake. Koçberên zemanên berê ku ji devê beroşê filitîne û roman û çîrok û serpêhatiyên xwe bi rêya nivîsê ragihandine nifşê îro, di bêjinga kurdiya yekpareyî re derbas dike û çêj û lezzeta kurmanciya kurdên kafkasyayê weke ku îro hatine nivîsandin serast dike. Loma û bi saya serê Kawa em ‘Hopo, Dimdim, Hewarî’yên ku bi devoka kurdên Ermenistanê hatine nivîsandin, bi kurdiya nûjen dixwînin.
Ger qedr û qîmetên xîretkêşên kurdiyê bi xelatan bihatana neqişandin, teqez min ê raya xwe ji bo vî mirovê pirhêl bi kar bianiya. Ger daxwaza wergerrên ji zimanên cîhanî ji min bihatana xwestin, teqez min ê tenê navek bi lêv bikira. Ger yek ji nivîskarên kurd ê ku gotinên xwe nacû û yekser dipijiqîne ser çavên mirov û rastiyê davêje rastê were xwestin, teqez min ê destên xwe ber bi wî kesî ve nîşan bidaya û didim jî.
* * *
BERÎ KU KELA SER BIFÛRE:
Mizgîna min li şiîrhezan ku Kawa Nemir di vê bihara rengîn de xwe gihand me û pirtûkeke din diyarî me kir. Min hîna ev pirtûk bi dest nexistiye û nexwendiye, lê ji navê wê tê digihîjim û hêvî dikim ku dîsa zirêxê xwe li xwe pêçaye û bi gurzê destê xwe êrîşî ser demê dike, loma navê ‘Salname’yê ji bo pitika xwe ya berşîr guncav dîtiye. Salnameya te pîroz be, hevçaxê min ê serdema geşbûna wêjeya kurdiyê!..
“Ponijîn” jî lewnekî “fikirîn”ê ye; û di bingeha xwe de ew jî tê wateya “fikirîn”ê, lê belê ji lêkerên hevwateyên xwe yên weke “fikirîn”, “hizirîn” û “ramîn”ê cudatir ji ber ku ew di xwe de têgeha “êş”ê vedihewîne ew ji ber vê xusûsiyeta xwe ji van lêkerên hevwateyên xwe vediqete û xweseriyekê ji xwe re bi dest dixe.
Kesê/a ku “diponije”, ji kesê/a ku “difikire”, “dihizire” û “dirame” bi awayekî nuansîf vediqete, ji ber ku kesê/a ku diponije teqez derd an jî kuleke wî/wê heye, lê di lêkerên “fikirîn”, “hizirîn” û “ramîn”ê de ev yek ne wiha ye, ango bêyî hebûna derd an jî kulekê jî mirovek dikare bifikire, bihizire an jî birame. Kesê/a ku difikire, dirame an jî dihizire li tiştekî li cîhana derî xwe difikire, dirame an jî dihizire, lê di ponijînê de ev “tişt” şexs bi xwe ye, ango di ponijînê de jî weke di fikirîn, hizirîn û ramînê de “tişt”ekî lê tê fikirîn heye, lê ev tişt şexs bi xwe ye, mirov gava ku weke tişt li xwe difikire ponijîn dest pê dike.
Di jiyana rojane de ji ber ku mirovek li karê xwe “fikiriye”, di jiyana zanyariyê de ji ber ku mirovek li tiştekî teknîk “ramiyaye”, an jî di jiyana civakî de ji ber ku mirovek li bûyereke civakî “hiziriye” mirov naxe rewşa ponijînê. Kesê ku “birîn”eke wî hebe û li wê birînê fikirîbe di rewşa “ponijîn”ê de ye. Ponijîn, ji lêkerên din ên fikirînê cudatir “rewş”ekê vedibêje, wêneyê ruhê kesê ku diponije diyar dike.
Ponijîn, pozîsyoneke psîkolojîk e, ji ber ku kesê/a ku diponije di pêvajoyeke hundirrîn re derbas dibe. Kengî mirov xwedî “problematîk”ek be û xwe di “lêpirsîn”ekê re derbas bike di rewşa ponijînê de ye.
Di kurdî de weke lêkera fikirînê “ponijîn”, lêkereke xas û hêja ye, girêdana xwe ya felsefîk pirr xurt e û dîrek ontolojiyê (hebûnnasî) îşaret dike. Hemû pirsên sereke yên felsefeyê ji lêkerên fikirîn, hizirîn û ramînê biwirdetir bi ponijînê pêwîst in. Pirsên sereke yên fîlozofiyê yên weke “hebûna Xwedê”, “avabûna gerdûnê” û “hebûna însên” pirsên aydî ponijînê ne û ji xeynî ponijînê bi tu alavên din ên fikirînê nikarin çareser bibin, ji ber ku têgeha “hebûn”ê ancax dikare di çarçoveya “ponijîn”ê de zelal bibe.
Kesê/a ku li hebûnê diponije “diêşe”, “di lêpirsînekê re derbas dibe” û “psîkolojiya wî xera dibe”, ji ber van tiştan “hebûn” karekî “ponijîn”î ye û bi ponijînê deşîfre dibe.
Dibe ku lêkera “ramîn”ê lêkereke aydî “aqilmendî”ya mirovî û ya “fikirîn”ê jî lêkereke aydî “hiş”ê mirovî be, lê lêkera “ponijîn”ê lêkereke aydî “hişîn” an jî “hişyarî”ya (şiûra) mirovî ye. Mirovê ku neponije hişyar nabe; mirov dibe ku biqasî profesorekî ordînaryûs “biaqil” be û biqasî kompîtureke pêşketî “zane” be lê ew ê ne hişyar be û xwedî hişîn be, ji ber ku kompîtur ne tiştekî hişyar e, ji ber ku kompîtur nikare biponije.
Rênas Jiyan Ji http://www.welat.com
 Ji rûpela Facebook'ê ya faniya Helbest & Şiir'ê
Ez xumxuma ava çeman, Ez çerx û govend û sema, Tîn im di nêv kat û lema, Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê sibatê xweş ez im, Berfa sibatê xweş ez im, Xurtî di latê xweş ez im, Hişk û ziwa bin, ez terr im
Giranbiha me, zêrr û dur Ez tim hebûn im, xurt û gurr, Yaqût û lal û gewher im.
Pêşve diçim kar û xebat, Di nav çiyan de hîm û lat, Pêlan didim Zab û Ferat, Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn, Ez pêşveçûn û serxwebûn, Herdem di nav damar û xûn, Ez her heme, qet namir im.
Bihişt ez im, agir ez im, Bakir ez im, rakir ez im, Xemgîn kir û şa kir ez im, Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn, Candar bi min herdem bi tîn, Min dane wan ev hilm û bîn, Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez, Ev pêtî û alav im ez, Xweş ronî û pertav im ez, Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez, Tava riwê xeyda me ez, Cama bi dest Seyda me ez, Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji dil, Ez xurtî û tîn im di dil, Ez hêz û xurtî me di mil, Karim vî laşî ragirim.
Cegerxwîn
Destê min tenê li deriyê dilê te dixe Serhildanên serjêbûyî rengên min tev sor kirine Xezaleke spehî ji çeka xwe pêv bi tu kesî re ranezaye Li peravên xeyalên xwe bi ramûsanan ji xwe re welatek ava kiriye
Ez wênesazekî şêt Li dû serhildanên serjêbûyî Bi dû şopa delaliya te ketime Çirûskên çavên te yên kesk mirarkî ji sihî bihurîne Xeyalên te utopîk ên min spartakusekî qelender bi xaçê ve çarmîx bûne
Ez wênesazekî kêrnehatî Di fona wêneyê te de min welatê te newênandiye Li min bibihure Di rûyê te yê rojhilat de çav li ava ne Şara te ya kesrewan û deqdeqî de firçeya min gurrî bûye Dest bişkê, firçe ji min bimîne, tenê rûyê te diwêne
Fewzî Bîlge ji Kovara W (hj. 26)
|
|
|