Thursday, July 28, 2016

“Berhem” û “pirtûk”

weke du konseptên wekhev xuya bikin jî, ev her du tişt bi naverok û şêwaza xwe du tiştên ji hevdu bi gelekî cuda ne. Lê mixabin îroj hem di lîteratura kurdî û hem jî di ya dinyayê de ev her du tişt wekhev tên şîrovekirin û nirxandin. Gelek caran ev her du nav bi awayekî şaş di şûna hev de tê bikaranîn û li keda ku hatiye afirandin neheqiyên mezin tê kirin.

Her berhem heger xebateke wêjeyî be -ango ne wêne, ne peyker û ne her wekî din celebên hunerî be- dikare weke pirtûkekê bê nirxandin û qebûlkirin; lê her pirtûk nikare weke berhemê (eser) bê nirxandin û qebûlkirin;ji ber ku rehbera cîhazeke elektronîk jî, broşura alaveke kozmetîk jî û her wekî din kaxezên çapbûyî jî pirtûk in, lê ev pirtûk nikarin weke “berhem”ê bên nirxandin.

Berhemek bi qalîte xwe, bi qabîliyeta nivîskarê/a xwe, bi kûrahî û mezinahiya xwe ji pirtûkekê bi gelekî hêjatir û biferqtir e.

Berhemek, bi qasî naveroka xwe–ku ji ber ku ji “ber”ekî tê, ji ber ku ji avisiyekê tê ew naverok organîk e, lê ya pirtûkê ji ber ku ji avakirinekê te mekanîk e- bi forma (teşe-şikl) xwe jî, xwe ji pirtûkekê vediqetîne. Forma berhemekê bi qasî ya pirtûkekê ne şablonî û klîşeyî ye, ew gewîtir û guhertîtir e; weke çawa stranek an jî wêneyek dikare bibe berhemek, pêkanîna şoreşekê an jî keşfa erdnîgarî an jî alavekê, an jî avakirina evînekê jî dikare ji berhemekê bêxwendin û qeydkirin. Ev tev de form in, û ev form, biqasî ku bi forma pirtûkekê re neyên muqayesekirin gewî û guhertî ne.

Weke çawa ji bo bikaranîna cîhazeke elektronîk, rehberek nikarebe bibe berhemek, di wêjeyekê de pirtûkeke qels û bêqalîtejî tu carî nikare bibe berhemek. Ji bo ku pirtûkek weke berhemekê bê binavkirin ji keda estetîkî bigirin heta bi xebata sofîstîkî û afirandinî û her wekî din gelek taybetmendiyên bilind jê re pêwîst in. Heger ev taybetmendiyên giran û hêja di wî tiştî de tune bin, ew tişt dikare bibe“pirtûk”ek lê nikare bibe “berhem”ek.

Her kesê ku hinek kaxez, hinek hibr û hinek dema wî hebe, dikare “pirtûk”ekê binivîse, lê her kes nikare “berhem”ekê binivîse, dev ji nivîsa wê jî berdin her kesnikare berhemekê bixwîne.
Berhemek ji bo hemû deman tê nivîsîn û bandora wê ya li ser kes û civakê dikare pir dûrdirêj be. Lê pirtûkek dikare ji bo demekê bê nivîsîn û piştî xwendina bi carekê dikare bê avêtin. Îroj li dinyayê gelek pirtûkên ku konsomasyona(berxwarinî-tuketim) wan tên kirin hene û evber-xwarinî (konsomasyon) dike ku huner ber-biavêje. Heger pirtûkên berhemî di wêjeyekê de gelek bin mirov dikare wê çaxê qala “ber”ên wê wêjeyê bike, lê tune bin ew wêje ber-avêtiye.