Thursday, September 22, 2016

Dest ji min berdin!

Bo Mizgînê Gemo, bêrya te dikim!
bo Ekremê Gemo, ew çi girî bû?

Ka em dest bi seferê bikin Mizgîn?
Ka em ji tembînameyên dayikên xwe dest bi serdana bajarên mirinê bikin?
Ka em destên xwe bikujin û navên goristanan ji bîr bikin û kêlên dilên xwe bi bendemanê bixemilînin?
Ji wexta ku diya min di himbêza min de mir, ji wexta ku min du rondikên germ ji ser hinarkên wê bi mirina xwe paqij kirin, ji wê wextê û wir de, nema, nema dizanim ne mirin çi ye, ne jiyan çi ye û ne jî çima ji te hez dikim çi ye?

Berê xwe bide navnîşana seravê, rewrewkê ji min birevîne û wê çolistana kerr, gêj, lal, di min de, wek payîzeke derengmayî, daçikîne.



Xwîna min a ku aniha li ber destê te direqise, sêwî, sergerdan, xwîna tanhatiyê û bêrîkirina seferê ye!
Min destên xwe li Amûda şewatê hiştin û min ji te re jî sirûda tozê û xatirxwestina welatan şirove dikir.
Welatên me, ji destên qederê direviyan û em bi tenê li ber dergehên nemanê dihiştin.
Ber bi te ve dihatim, min mirina xwe diyarî rexên helbestê dikir û di çavên te de hînî xweragirtina rondikan dibûm.
De ka destê xwe da em dest ji govendê berdin!
De ka dilê xwe da em dest ji dilbijîn û paytextan û berjewendiyan û derewan û serçavkan û xapandinan û tolaziyan û sextekarî û cambaziyan berdin!

Min di nîvê mirinê de bêriya te dikir!
min bêriya Ekremê dilê xwe û Mûsayê
hişê xwe û Araratê dûmana peyvên xwe dikir, lêê?
Dest ji min û mirinê berde, were em sefera xwe berbi xewnê ve berdewan bikin.