|
|
Jeniya 5 (Dengê Bêdengiyê) Ji min nayê bikarim Ji birînên min ên bûne kul Bibim kulîlkeke sor qasî bejna te Reng bavêjim di hezîneke kezebşewat de Bibim rondik Li rûyê te bibarim
Ji min nayê ji 'dengê bêdengiyê' Bibim newaya sewta dilê xwe yî zîz Biçûrisim ji ‘stêra herî dûr’ Şevekê li tariyê siwar bim û werim Bibim stran xwe di stara te de germ bikim Tîp bi tîp xwe bavêjim ser zimanê te
Ji min nayê bibim sîmûrg Hilkişim jor berbangan Bifirrim bêyî ku li paşiyê binêrim Bigirim bin xwe welatên li navbera min û te Werim daynim li bilindan Ji her warekî kulîlkekê bo te gez bikim Li her warekî navê te li zinarekî nikil bikim Berêvarekê Di wexteke ku baran bariya şibakeya te Bibim bayekî hênik Werim xwe berdim hundirr ji şibakeyê Daynim li ser milên te Navê xwe nikil bikim li ser dêmên te
Ji min nayê bibim helbest Li tîra heza xwe siwar bim Ji kevana dilê xwe bişiqitim Bibim evîn biçikim dilê te
Sîmar Masîcanik
|
|
|
|
|
<%
Session.Codepage=1254
%>
<%
Session.lcid=1055
%> | | | | | |