Çar kevok hatinbo ku xwe di avê de bişon.Av di cirna hepisxaneyê de,û rojdi çavên kevokan de, di baskên wan de, di çîpên(ling) wan ên sor de.Çar kevok bo ku xwe bişon ketin avê,û li ser axa bi keder çar mirovanli çar kevokan mêze kirin.Kevok hemû bi hev re Bi pencên lingên xwe yên sor dikarin rojê hilgirin,bifirrin.Dîwar û hesin nikarin rê li ber wan bigirin.Baskên nerm ên kevokan hene.Û bask niha li vir, niha li ser banî.Baskên mirovan nîn inbaskên mirovan di dilê wan de ne.Çar kevokanbo ku xwe bigihînin rojêxwe veşuştin, firrîn ji nav avê.Nazım Hikmet Wergerr: Dawud RêbiwarJi Kovara Tîroj, hejmar:31
|
|
|