|
|
|
Ax de lê lêêê de lê lêêê de lê lêêê... Wî lê lêê Zeriyê te mala bavê şewitiyê Xwedê dike Xwedê dihewîne Le sibê were em ê xwe re bîstekê heval bin yar bin Em ê li zozanên me yê belengaz dêranê jorin Bîstekê xwe re heval bi heval bin Ê le gelo em ê jorinî çavan qinyatê dilan Gundîno xwe re ji hev bêzar bin Yeqîniya te bê ji Rebê Alemê Sal û zemana bêna min û kewa min a delal re Dilo marûmo tu bêjî ez î kal bim wey lo lo wey lo...
Axx de zalimmm zalimmm.... Ê le gelo koçer im bêmal im akincî me xwe re bêpergal im Ê le şevên payizê dirêj in derdê dilê rezîl dibêm dinalimmm gundîno lo lo...
Ax de lê lêêê de lê lêêê de lê lêêê... Ax wî lê lêê Zeriyê te mala bavê şewitiyê Payiz e hesreta dilê rezîl re malê mena li Zozanên Şerefdînê xwe re dagerriyan Ê le gelê xelk û cînaran ji bo riya Xwedê ez ê dimirim ez çer dikim Hûn ê gelo mezelê min hilînin zozanan bi Xwedê li Gavanî Kulavan serê Çarde Riyan Ê le wexta biharê kerî koçerên mena li Berriya malik şewitî vegeriyan Bila yekî xêrxwaz bîna xwe ser babixîne Bê miriyo rehma Xwedê li gora te be tu mirî derdê wan zeriyan Weylo lo weylo...
Ax de lê lêêê de lê lêêê de lê lêêê... Wî lê lêê Zeriyê te mala bavê şewitiyê Ji bo riya Xwedê bihar e qaz û qulingan hesreta dilê rezîl re Refê xwe girêdan jêrî tên ji Berriyê Ê le bila dananiyan mixabilê mala bavê min û berxê min ser daran dar î vê dirriyê Xwezila berf û tîpan dan berbûriyê Horî melek bihata guhdariyê Nekê bîra xwe vê çaxa berxê min heft sala şun de Bûye şertê rext û mêvanê min Zeriyê weylo lo weylo...
Gelêrî
|
|
|
|
|
<%
Session.Codepage=1254
%>
<%
Session.lcid=1055
%>
| | | | | |