|
|
Her yek ji me bi tîrojên rojê şeqkirî bi tenê di dilê dinyayê de rawestiyayî ye û tavilê êvar e. Te hew dît ku tev trên bi rê ketine û hemû demjimêrk sekinîne. Demildest giş gotin qediyane.
Dema ku taliyê em birryarê didin ku hestên xwe derbibin, em pê dihesin ku borîzan xetimiye û kipên jî jê nayê. Dema em destê xwe dirêjî perixandinê dikin, em dibînin ku êdî rû ne li wir e. Dema em birryara şandina sorgulan didin, em jê haydar dibin ku navnîşan êdî guherriye. Tiştê ku ji me re giring e ku bêt gotin, divê bêt gotin - ji bo xatirê me bi xwe.
Divê em tê bigihin ku kêlîkên jîna me wisan kurt û borek in ku me dem nîne em paşve bihêlin wan tiştan yên ku dikarin niha tiştekî biguherrînin.
Salvatore Quasimodo Werger: Husein Muhammed
|
|
|
|
|
<%
Session.Codepage=1254
%>
<%
Session.lcid=1055
%>
| | | | | |